Dersdêrên kurdî jî di nav de 28 kes li ser îdiayên şahidê naskirî Umît Akbiyik hatibûn desteserkirin. Îfadedayîna desteserkiriyan li Emniyetê bi dawî bû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtinên sazî malan de 30 kes hatibûn desteserkirin.
Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney piştî îfadeya li dozgeriyê di 25ê Îlonê de serbest bûbû.
Dersdêrên kurdî jî di nav de 28 kes li ser îdiayên şahidê nepen û şahidê naskirî Umît Akbiyik hatibûn desteserkirin. Îfadedayîna desteserkiriyan li Emniyetê bi dawî bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 28 kesên hatibûn desteserkirin vê sibehê birin Edliyeya Amedê.
Di nav kesên hatin desteserkirin de dersdêrên kurdî, Hevserokên MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut û endama Desteya Weşanê a Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz jî hene.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.