Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê Îzmîrê daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de balê kişandin ser erdhêja li 10 bajaran û diyar kirin ku “Îsal em bi karesateke mezin a pêşwaziyê li 21ê Sibatê dikin.”
Erdhêjê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste meydanê.
Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku eger bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin “hawar”, kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike.
Bi heman awayî, tevî ku ev erdhêj li gelek bajarên kurdan pêk hat, li gel wê jî dezgehên hawarçûnê tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YİMERê ye.
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ji çi wextê ve tê pîroz kirin?
Di sala 1952yan da polîsên pakistanî komek xwendekarên bengalî ji ber ku bi xwepêşandanekê doza zimanê xwe kirin, hatin kuştin.
Li Bangladeşê ji sala 1971ê ve roja 21ê sibatê ji bo bibîranîna wan xwendekaran wekî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê bibîranîn.
Rêxistina Zanistî a Çand û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pejirand.
Ji hingê ve ew roj li seranserî cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin.
Mirovên ku zimanê wan hatiye berbend û qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe berz û bilind dikin û doza azadîya zimanê xwe dikin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.