Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

21 “VPN” jî qedexe ne!

05/08/2024
pexels-photo-2048774.jpeg
Photo by Stefan Coders on Pexels.com

Li Tirkiyeyê sê roj in yek ji malperên herî mezin ên medyaya civakî ya bi navê Instagram qedexe ye. Ji ber qedexebûna Instagramê gelek bikarhênerên wê malperê Torên Taybet ên Sin’î (VPN, virtual private network) bi kar tînin.

Li gor malpera Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê, li Tirkiyeyê 21 Torên Taybet ên Sin’î qedexe ne.

Çi bûbû?

2yê meha 8ê Saziya Teknolojiyên Zanînê (BTK) malpera Instagramê qedexe kiribû. Li gor nûçeya malpera Medyascopê ji ber “heqareta li Atatirkî” “Îstismara Cinsî ya Li Zarokan” “Li ber dilî şirînkirina xumar û maddeyên hişbir” malpera Instagramê hatiye qedexekirin.

Şirketa Metayê ya xwediya Instagramê ye, yek ji şirketên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Heman şirket xwediya Facebook û WhatsAppê ye.

Instagram

Instagram malpereke parvekirina wêneyan e. Di vê malperê de mirov dikare wêneyên xwe parve bike.

Instagram di çiriya pêşîn a 2011an de hatiye sazkirin. Ew sepan di ser de têne di iPhone de dihat bikaranîn lê edî êdî di Androîdê de jî tê bikaranîn. Îro 400 milyon bikarhênerê Instagramê heye.

Wikipedia Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran