Bi êrîşa balafirên şerî yên Tirkîyeyê ya li ser gundê Robozikê di 28ê Kanûna pêşiyê ya 2011ê de, 34 kes hatine kuştin. 17 ji wan zarok bûn. Ev buyereka welê ye ku beşek ji bîra civakî ya kurdan e, parçeyek ji tarîxa me ya dilkul e.
Lê navê Robozikê wek Roboskî belav bû.
Gelek kêm xwedan-qelemên Botî hene ku bikarin behsa gund û bajarên xwe bikin. Gelek kêm kesên xemê ji rastnivîsîna nav û cihên me dixwin hene. Ji ber wê ez wek berpirsiyarîya xwe dibînim ku her car xeletiyên li ser navên me rast bikim. Heke em navekê xelet li bûyerekê bikin em ê çawa wê bi xwe rast bînin bîra xwe. Ji ber ku nasîn û hev-nasîn ji navî dest pê dike.
Şairê ji Botanê Berken Bereh di şeira xwe ya li ser Robozikê de holê gotiye:
Robozkê
di şevtarîyekê de,
wek genimê li bin cercereyê
em perçiqîn û belav bûn

“Bêguman dewletê qeydên her tiştî girtine. Lê ew bixwaze em çi bibînin yanî çi kêrî wê bê wê nîşanî me dike.”
Malmîsanijî bi van gotinan dest bi paneleka xwe kiribû.
Serokkomarê îro yê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoganî jî gotibû “heger li Kurdistanê binêrin dê li zabitên meclîsê bibînin… li Osmanîyan dê bibînin Rojhilat û Başûr-Rojhilat eyaleta Kurdistanê ye.” (AA, 2013)
Bêguman ji bo berjewendiyên xwe dewletê agahiyên rast ên li ser me gund û bajarên me jî nivîsîne. Li gor Serjimarîya Giştî ya 1965ê hatî kirin li Gundê Robozikê 385 kes dijîyan.
Di qeydan de navên tirkî hatine nivîsîn û di nav kevanekê de navên kurdî hatine nivîsîn.

Ji ber ku tam di nava gundî de avek derbas dibe bi zimanê tirkî navê Ortasu (Orta: Nav, Su: Av, Ortasu: NavAv).
Belavbûna vê xeletiyê li asteka bilind e. 2022yê ez digel rojnamegerekî û zimannaseka ji Amerîkayê hatî çûm Robozikê. Hin kesan di axiftina xwe de jî gotin “Roboskî” dema min ew sekinandin û ji wan pirsî: Ma hûn jî dibêjin Roboskî, wan got na xelk wesa fêm dikin.
Heta ku li tabelayeka cihê goristanê nîşan dide jî “Roboskî” hatiye nivîsîn. Ev helwesteka xerîb e ku kesên ji derve dema navê me xelet dibêjin em jî gotina wan li ser ya xwe re qebûl dikin.
Ez ji “Gundikê Mele Derwêşî” me, paşê bûye “Gundikê Melayî” – “Gundikê Melî” û paşê Gundik. Gelek ecêb e ku dema kesên sîyasî tên gundê me dibêjin “Gundikê Melê” û rojnameger jî welê dinivîsin. Lê ev tarîxkujîya navê me ye!
Ro-boz-ik çi ye?
Ro/robar: Ava ji çemî biçûktir e
Boz: Rengekê li nêvbera spî û gewrî de ye.
İk: Paşgira biçûkkirinê an jî binavkirinê ye. (Wek girik: girekê biçûk e, ew hevîrê ku mirov bi destekê dikare bigire girik e. Girik navek e.)
Robozikî çi ye?
Ew kesên ku ji Robozikê ne Robozikî ne.
Wek: Dihokî, Cizîrî, Mêrdînî.
Robozigî çi ye?
Xelkê Botanê ji bo sivikkirina axiftinê piraniya “k”yên paşiyê wek “g” dibêjin.
Xelkên Gundikî dibêjin “em Gundigî ne” yên Robozikê jî di axiftina rojane de dibêjin “em Robozigî ne”
Roboskî çi ye?
Her dîsa di sivik-axiftina rojane de, gelek caran “z” û “s” dikarin cih biguherin.
Ji xwe xelkên Robozikê dema ku diaxivin mirov gelek caran ji herfa “z”yê zêdetir herfa “s”yê dibihîse.
Wek: Ez Roboskî me “s”, ez ji Gundê Robozigê me “g”.
Her dîsa herdu guhortin bi hev re ti caran nayê gotin.
Yanî ew kesên dibêjin “ez Roboskî me” herweha dibêjin:”Ez ji Gundê Robozgê me” nabêjin “ez Robosgîyê me” an jî “ez ji Gundê Robosgê me.”
Çavkanî:
Botan Times , bianet, Wikipedia, TUIK, Wezareta Karên Navxweyî, BackwayMachine
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.