Hinek hevalên me yên rojnameger kuştin. Hin ji wan avêtin zindanan. Hin ji wan neçar man biçin sirgûnê. Lê me her berdewam kir. Rojnameyên me girtin, me berdewam kir, bombe barandin, me berdewam kir, niha jî em berdewam dikin.
Hûseyîn Akyol

Hûseyîn Akyolê ku 34 sal in rojnamevanîyê dike di nava qerebalixîya li ber edlîyeyê Amedê da bi vê hevokê dengê xwe bilind dike.
Li ber edlîyeyê qerebalixîyeka mezîn heye. 15 rojnamegerên ku ji 8ê Hezîranê vir ve girtîne îro yekem car derketin pêşberî dadgehê. Malbat û hempîşeyên wan li ber edlîyeyê kom bûbûn û li benda mîzgînîyekê bûn.
Rojnamegerên ku bi ‘endamtîya rêxistinê’ tên tewanbakirin yekem car li hemberî heyeta dadgehê parastina xwe kirin.
Hûseyîn Akyol: Kîjan hikûmet bê bila bê, her ji nûçeyên me aciz in

Hin kes dozê li hundir şopandin, hin kes jî li ber edlîyeyê rûniştibûn û li benda hezkirîyên xwe bûn.
Rojnamevan Huseyîn Akyol jî ji wan kesên di hundir da bû. Dema dadgeh navbera nîvroyê da me li derve ew dît.
Ew ji salên 90an heta niha di nav kar û barê çapemenîya azad da ye. Sala 1994an da dema rojnameya ‘Ozgur Ûlke’ heta bombekirin jî ew dîsa li ser karê xwe bû.
Li gor Akyol, kîjan hikûmet bê bila bê, her ji nûçeyên wan aciz in.
Nûçeyên ku em çêdikin vê dewletê û hikûmetên hatine tim aciz kiriye. 34 sal in em tenê li pey nûçeyan in. Ji bo em rojnamegeriyê nekin çi ji destê wan hatiye, kirine.
Hûseyîn Akyol
Hayrîye Oruç: Zarokên Ezîzî li ber derîyê girtîgehê mezin bûn

Di nava qerebalixîya malbatan da em rastî xuşka rojnamevan Ezîz Oruçî tên.
Ew bi tevî malbata xwe hatiye û li ber derîyê edlîyeyê rûniştiye.
Di bin germahîya Amedê da cihê xwe deqeyek naterikîne û li hêvîya birayê xwe ye.
Ezîz sala 2013an da dest bi rojnamegerîyê kir. Ji wê salê heta niha 3 caran hat girtin. Ev cara sêyem e ku tê girtin û saleka xwe jî zindanê da derbas kiriye.
Hayrîye Oruç

Du zarokên Ezîzî hene. Yek 7 salî yê din jî 6 salî ye.
Em ji meta wan rewşa zarokan dipirsin, ka ew li ser girtina bavê xwe çi difikirin.
Zarokên Ezîz li ber derîyê girtîgehan mezin bûn. Dema polîsan dibînin, “Ew ê werin bavê min bigirin? Ji bo girtina bavê min hatine? dibêjin. Derûniya zarokan xira bûye. Xwe dîtin nedîtin her li ser rê ya girtîgehê çûne û hatine.
Hayrîye Oruç
Wekî her kesekî çîroka her rojnamevanekî/ê jî cuda ye. Her yek xwedî çîrokek in.
Di doza rojnamevanan da îro biryar derneket. Parastina wan dê sibê jî berdewam bike.
Piştî parastina wan dawî bibe, dê heyeta dadgehê di derbarê 15 rojnamegerên girtî da biryara xwe bide.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.