Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

15 baro: Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyan e

Ji
02/08/2024

15 baroyên li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî daxuyanî dan û wiha gotin: “Ev nêzîkatiya bextreş şêweyekî din a bêteamuliya li dijî hebûna bi milyonan kurdan û zimanê wan e ku li welatê me dijîn.”

15 baro bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên tirafîkê “Hêdî” û “Pêşî Peya” yên bi zimanê kurdî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş nîşaneya bêtehamuliya hebûn û çanda kurdan e. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: 

“Tê zanîn ku çend rojên dawî de li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê nivîsên hişyariyê yên trafîkê ku şaredariyên ji wan deran jê berpirsyar in nivîsandine, di bin çavdêriya polîsan de ji hêla kesên sivîl an jî peywirdarên midûriyeta riyên bejahiyê tên jêkirin. Rêgezên trafîkê ji bo pêkanîna ewlehiya can û mal a welatiyan e û ev rêgez her kesekî eleqedar dikin. Tu astengî li pêşiya nivîsandina zimanên derveyî zimanê tirkî nîn e. Li herêmekî bi zimanê zikmakî nivîsandina nivîsên hişyariyê yên trafîkê, derveyî armanca vesazkirinê nîn e. Herwiha ji bo ewlehiya trafîkê ya tê xwestin sûdewer e.” 

“Zirarê dide aştiya civakî”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî kurdî, zirarê dide aştiya civakî û wiha dom kir: “Ev nêzîkatiya bextreş a li dijî hebûn û zimanê milyonan welatiyên li welatê me dijîn, şêweyekî bêtehamulîyê bêhtir tiştekî din nîn e. Em wek baroyên li jêr navên wan hatine nivîsandin bang dikin ku dest ji van sepanên zirarê didin aştiya civakî, were berdan û derbarê kesên van sepanan pêk tînin bila lêpirsînekî îdarî û adîlane were meşandin. 

Baroyênku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:

 Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê , Baroya Colemêrgê, Baroya Qêrsê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya  Şirnexê û Baroya Wanê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran