“14 kûçik û pisîk di vê avahîyê de hene, xera nekin!”

22/02/2023

Parastvanên mafên heywanan xebatên ji bo xerakirina Diyar Galeryayê sekinandin. Konseya Mafparêzên Heywanan diyar kir ku di avahiyê de 14 pisîk û kûçik hene.

Xebatên ji bo xerakirina Diyar Galeryayê sekinîn. Wêne: BotanTimes/Murat Bayram

Diyar Galerya yek ji zê detirî hezar avahiyan e ku ji ber erdhêjê zerer lê bûye. Du blogên wê di erdhêja yekem û duyem de xera bûbûn. Bi jimareka fermî nehatiye eşkerekirin lê bi dehan mirov di avahiyê de miribûn.

Parastvanên heywanan dibêjin “heta xebat ji bo mirovan hebû me dengê xwe nekir. Vêca dora heywanan e.”

Di dema protesto dewam dikirin de di qeta serî ya avahiyê de pisîkekê xuya dikir W: BotanTimes/MuratBayram

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Li Amedê avahiya ku 89 kesan tê de mirin, tê hilweşandin

Weşana paşê

“14 dogs and cats are in this building, don’t destroy!”