Arjen Arî ji beriya 12 salan sala 2012ê bi nexweşiya penceşêrê mir. 12 sal in di salvegera mirina şairî de hejêkirî û malbata wî diçin ser gora wî.
Îro jî 15-20 hejêkiriyên wî di bin çavdêrîya 30-40 polîsên erebeyên zirxkirî li ser gora wî bûn.
Jîyana Arjen Arî
Arjen Arî di sala 1956ê de li gundê Çalê yê Nisêbînê hatîye dinyayê. Wî di sala 1979ê de Enstîtuya Perwerdehîyê ya Amedê qedandîye. Wek gelek helbestvanên kurd, wî jî pêşî bi tirkî nivîsîye. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavokekê desteser bûye û polîsan dest danîye ser helbestên wî. Piştî hefteyekê serbest hatîye berdan.
Berhem û bandor
Helbestên wî yekem car di kovara Tîrêjê de derketine. Berîya sala 1980yî, karkerên pembû helbestên wî wek stran gotine. Di sala 1992ê de li Nisêbînê êrişeka çekî lê hatîye kirin û ji wê rojê pê ve li Amedê jîyaye. Di 30ê çirîya pêşîn a 2012ê de ji ber pençeşêrê mirîye.
Xelata helbestê ya Arjen Arî
Malbata wî û Weşanên Sor her sal li ser navê wî pêşbirkeka helbestê lidar dixin. Di sala 2019ê de Weşanên Sor hemû helbestên wî di setekê de kom kirine.