11 dersdêrên Egîtîm-Senî hatin desteserkirin

Ji
10/07/2024

11 dersdêrên ku endamên Egîtîm-Senê ne li dijî Qanûna Pîşeyî ya Dersdêriyê ya li Meclisê tê nîqaşkirin di çalakiyê de ne bi lêdanê hatin desteserkirin.

Polîsan rê li dersdêrên ku xwestin ji Wezareta Perwerdehiyê ber bi Meclisê ve bimeşin girtin. Piştî astengkirina polîsan dersdêran biryara çalakiya rûniştinê wergirtin. Lê di vê navberê de polîsan destûr da mamosteyên endamên Egîtîm Îşê ku xwestin ji Meclisê ber bi Kizilayê ve bimeşin.

Bi lêdanê desteserkirin

Piştî ku destûr nedan endamên Egîtîm Senê yên bi heman daxwazan di çalakiyê de ne, mamosteyan çalakiya rûniştinê bi dawî kirin û dîsa biryar girtin ku ji ber Wezaretê ber bi Meclisê ve bimeşin. Lê polîsan careke din pêşî li mamosteyan birî. Mamosteyan vê carê ber bi Guvenparkê meşiyan lê dîsa pêşî li wan hate birîn û polîsan li vir anonsa binçavkirinê li mamosteyan kirin û barîkat rakirin. Polîsên ku barîkat rakirin, bi gaza îsotê êrişî mamosteyên ku ketin destê hev û meşiyan kirin. 11 dersdêr bi lêdanê hatin desteserkirin. Hin mamosteyên ku ji ber ji nêz ve rastî gaza îsotê hatin ji ser hişê xwe çûn û gelek mamoste jî hatin derbkirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

Êrîşa li ser postexaneyê 30 kes kuştine Îsraîlê li Xezzeyê êrîşeka asmanî

Roya Rûtîn, Mirin û Nesîmî

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse

HTSyê paşeroja Sûriyê aloz kir – NYT

Komeka çekdarî ya ku berê zêde nedihat naskirin, bi êrîşeka ji nişkê