Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Beriya 25 sanîyeyan dikaribûn Amed, Semsûr û Hatayê hişyar bikin

15/02/2023

Ji ber erdhejên ku bi navenda Mereşê pêk hat li 10 parêzgehan zirarên mezin çêbûn.

Gelo beriya pela yekem ya erdhêhê Mereşê bigihêje bajarên din dikaribûn ‘pergala hişyariya zû’ bihatana hişyarî kirin?

Li gorî raporên zanistî yên der barê erdhejê de, ger li Tirkiyeyê ‘pergala hişyariya zû’ hebûna dê rewş cuda bibûna.

Pispor dibêjin 20-25 saniye beriya wêranbûnê parêzgehên wekî Amed, Semsûr û Hatayê pergal dikarîbû wan bajaran hişyar bikira û gelek kes bihatana rizgarkirin.

Pergala hişyariya zû dikaribû hin parêzgehan rizgar bike

Li gor nûçeya DW, raporên zanistî yên ku ji hêla Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Navenda Erdhejnasiyê ya Ewropayê ve hatine weşandin vê tiştê dibêje.

Rapor nîşan didin ku li parêzgehên wekî Diyarbekir, Semsûr û Hatayê 20-25 sanîye beriya hilweşandinê hişyariya zû dikare were kirin.

Li AFADê pergala hişyariya zû tûne ye

Hişyariya zû dikare ji bo hin deverên Tirkiyê pir bi bandor were bikar anîn.

Lê belê di Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) de lêkolîneke û xebateke bi vî rengî nîne.

Prof. Dr. Haluk Eyidogan

Ji ber erdhêja 6ê Sibatê ya li 10 bajaran bandor kir heta niha 35 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Bi hezaran kes jî hêj di bin kavilan de ne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran