1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî li her deverê cîhanê karker derdikevin qadan û daxwaza edaletê dikin.
Karkeran berîya bi 132 salan li bajarê Chicagoyê ya Amerîkayê ji bo ku di rojê da tenê 8 saetan bixebitin dest ji karê xwe berdan.
Di encama guleberdana polîsan da gelek karker mirin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Sala 1889ê biryar hat girtin ku 1ê Gulanê wekî roja yekîtî, têkoşîn û piştgirîya karkeran bê diyarkirin.
Ji wê rojê û heta îro ev roj tê pîrozkirin.
Li Tirkîyeyê û Kurdistanê jî bi dehan sal in ku karker car caran di bin qedexeyan da car caran bi destûrê vê rojê pîroz dikin.
Li ser tekoşîna karkeran li her deverê cîhanê gelek nivîs hatine nivîsîn û gelek stran hatine gotin.
Ji bo tekoşîna karkerên Kurd jî hunermed û stranbêjên Kurdan bi dehan stran gotine.
Me hinek ji wan stranan ji bo we berhev kirine.
Ciwan Haco – Kazacok
Koma Dengê Azadî – Karker û Rênçber
Şivan Perwer – Marşa Karkeran a Avûstûryayê
Sirûdî Yekî Ayar
Koma Agirî – Silav Şoreşê
Kolektîfa Hunermendên NÇMê – Yek Gulan
Koma Azadî – 1 Gulan
Hevra – Bijî Yek Gulan
Farqin Azad – Yek Gulan/Bir Mayıs
Ruken Yılmaz – 1 Gulan / 1 Mayıs
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.